ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê daxuyaniyeke niviskî da û di daxuyaniyê de hat bibîranîn ku der barê lêpirsînên ku di rojên dawîn de, di rojeva welêt de cihekî girîng digrin, li ser hin saziyên çapemeniyê der heqê Hêzên Çekdar yên Tirk (TSK) de hin nûçe hatin belavkirin. Hat destnîşankirin ku TSK berpirsiyarî û wezîfeyên xwe baş dizane, jixwe ev berpirsiyarî û wezîfe di qanûnan de bi awayekî eşkere hatine diyarkirin û TSK naxwaze bi tu awayî tevlî nîqaşên siyasî bibe. Hat diyarkirin ku TSK wezîfeya xwe ji bo xizmeta herî mezin a gelê tirk bi awayekî baş tîne cih û TSK ji dil û can girêdayî prensîba dewleta hiqûqî, serdestiya hiqûqê û civaka demokratîk e.
Hat îfadekirin ku divê der heqê TSK û personelên wê de nûçeyên beredayî neyên çêkirin û TSK têkilî nîqaşên siyasî nabe.