Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de di dema hevdîtinên Butçeya 2014an de Parlementerên CHPê û MHPê xwestin ku 3 wezîrên navê zarokên wan jî di operasyonên gendeliyê de derbas dibin, îstifa bikin. Parlementera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Diyarbekirê Nûrsel Aydoganê jî diyar kir ku van operasyonên gendeliyê ji bo sabotekirina pêvajoya çareseriyê tên kirin.
Parlementerê CHPê yê Antalyayê Arîf Bûlût di Lijneya Giştî ya TBMMyê de di dema hevdîtinên Butçeya 2014an de destnîşan kir zêdebûna bacê li Tirkiyeyê dibe sedema bertîlê û wiha dewam kir: "3 wezîrên ku navê zarokên wan jî di operasyonan de derbas dibe divê teqez îstifa bikin. Alîkarê Serokwezîr û berpirsyarê bankeyan Alî Babacan jî divê îstifa bike. Sekna Wezîrê Karên Navxweyî bobelat e."
Parlementerê MHPê yê Bûrsayê Necatî Ozensoy jî bi lêv kir ku xwezî operasyonên gendeliyê, pereyên ku derketine holê ne rast bin û wiha dewam kir: "Ew kesên ku di operasyonan de hatin binçavkirin û tên darizandin heke serbest bimînin jî ew polêsên midûr ên ku we cihên wan guhert û ew dozger Zekeriya Ozê ku di doza Ergenekonê de wek egît dihat hesibandin ji bo ku îro rê lê bê girtin we du dozgerên din jî da ba wî. Gelo ev biryarên hanê di wicdana gel de dê çiqas bên qebûlkirin.
-"Bêguman ewê ji wazîfeyê bên dûrxistin"
Parlementera BDPê ya Diyarbakirê Nûrsel Aydoganê jî diyar kir ku van operasyonên gendeliyê ji bo sabotekirina pêvajoya çareseriyê tên kirin û wiha dewam kir: "Dixwazin ku hikûmetê bê hêz bikin û bala wê bidin aliyekî din û nehêlin li pişt pêvajoyê bisekine û ji bo pêvajoya çareseriyê bê sabotekirin van operasyonên hanê dikin. Dibêjin çima wezîfeya midûrên ewlekariyê hatine guhertin. Bêgûman ewê ji wezîfeyê bên dûrxistin. Karê ku ew dikin ne karê zarokan e. Dibêjin 2 sal e ku em dişopînin heke wisa nebe çima 6 meh berê dest bi operasyonan nedikirin. Dema ku em vê yekê dibêjin em nabêjin ku bila zarokên wezîran tevlî gendeliyê bibin û li Tirkiyeyê gendelî bê kirin. Lê ew kesên ku vî tiştî dikin eleqeya wan bi pêvajoya çareseriyê heye."
Li ser axaftina Aydoganê Cigîrserokê Koma CHPê Mûharrem Înce jî bertek nîşan da û got: "Parêzeriya hikûmetê ji BDPê re maye?"
Cigirserokê Koma BDPê Îdrîs Balûken jî destnîşan kir ku partiya ku herî zêde tevgerên hikûmetê yên der barê pêvajoya çareseriyê rexne kiriye BDP ye.