ANKARA
Derket holê ku Serokatiya Sererkaniyê der barê hin dozên mensûbên TSKê de, di 27ê çileya pêşîn ya 2013an de daxwaza dozvekirinê kiriye û gilîdar bûye.
Cîgirêserdozger ê Komarê yê Ankarayê Nûrî Yîgît daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Daxwazeke wiha ji Muşawirtiya Edlî ya Sererkaniyê hat. Em lêkolîn dikin. Em ê sibê di vê mijarê de daxuyanî bidin."
Ji parêzerên "Doza Plana Balyozê" serîlêdan
Halûk Pekşenê ku di "Doza Plana Balyozê" de parêzertiya 21 kesan dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li ser daxuyaniyên di rojên dawîn de Serokatiya Sererkaniyê û Lijneya Teftişê ya Serokwezîrtiyê serîlêdan kirine û wiha got: "Îro ji Sererkaniyê geriyan û gotin ku me serîlêdana we jî tê de dokumanên ku hewce dikin pê ve kir û şand dozgeriyê."