Türkan Tosun
07 Hezîran 2020•Rojanekirin: 08 Hezîran 2020
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 7 milyon û 814 hezar kes bi şewbê ketin.
Welatê ku pêketiyên wê herî zêde ye, Amerîka ye. Li Amerîkayê milyonek û 988 hezar û 545 kes Kovîd-19ê ketin.
Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan herî zêde ne ev in:
Brezilya (676 hezar û 494), Rûsya (467 hezar û 673), Îspanya (288 hezar û 390), Îngiltere (284 hezar û 868), Hindistan (247 hezar û 678), Îtalya (234 hezar û 801), Peru (191 hezar û 758), Almanya (185 hezar û 425).
Li Tirkiyeyê hejmara waqieyan gihîşt 169 hezar û 218.
Welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e jî wiha ne:
Fransa (153 hezar û 634), Şilî (127 hezar û 745), Meksika (113 hezar û 619), Pakistan (98 hezar û 943), Erebistana Siûdî (98 hezar û 869), Kanada (95 hezar û 57), Çîn (83 hezar û 36), Qeter (67 hezar û 195), Bangladeş (65 hezar û 769), Belçika (59 hezar û 226).”
Şewba Kovîd-19yê ya li Wuhana bajarê Çînê derket li dinyayê ji 200î zêdetir herêm û welatan belav bû.
Li seranserê dinyayê 402 hezar û 575 kes ji ber Kovîd-19yê mirin.
3 milyon û 299 kesên vîrusê ketin baş bûn, 3 milyon û 175 hezar û 940 kes tedawî dibin.