ŞAM
Rêxistina Mafên Mirovan a Suriyê (SNHR), diyar kir ku hêzên Esed di operasyonên li seranserê welêt de 92 kes kuştin. SNHR ya ku navenda wê li Londrayê ye da zanîn ku di operasyonên di navbera muxalifan û hêzên rejîmê de li Şamê 38 kes, li Helebê 18 kes, li Îldîbê 13 kes, li Humusê 8 kes, li Hamayê 7 kes, li Deyru'z Zorê 3 kes, li Derayê 2 kes, li Kuneytrayê, Hasekê û Suweydayê ji her yekê kesek bi tevahî 92 kes mirin.
Endamê Lijneya Kordînasyona Deverî ya Suriyê û Berpirsê Humusê Saîr el-Humusî, destnîşan kir ku gelek deverên Humusê hatine dorpêçkirin. Di şer de ji ber top û rokêtan him Mizgefta Xalid Bin Welid him jî gora Xalid Bin Welid ku di hundirê mizgeftê de bû, gelekî xisar ditin.
Humusî got ku hêzên Esed, herêma Xalidiyê bênavber bombe dikin û bal kişand ser stratejîkbûna Humusê: "Hin deverên Humusê ku di bin hikmê muxalifan de ne. Heke ev der bikevin bin kontrola hêzên Esed, dê karibin deverên wek Helabê ku di bin kontrola hêzên çekdar de ne bi dest bixin. Lewra Humus di navbera bakur û başûr de weke pirekê ye."
Humusî diyar kir ku li welatên di bin kontrola muxalifan de rewşa welatiyan trajîk e, lewra li gelek deveran ji bo çêkirina nan, arvan jî peyde nabe.
Di vê navberê de Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger a Suriyê, eşkere kir ku hêzên Esed, ji destpêka şoreşê heta niha hezar û 730 zarokên ji deh salî piçûktir kuştin.