Cenazeyê Mehmet Karaneyê ku du roj berê di êrîşa xwekuştinê de li Sûriyê mir, ji deriyê sînor yê hidûdê Nisêbînê ji aliyê xizmên wî ve hat girtin û ji bo otopsiyê sewqê Saziya Edlî ya Tibê ya Mêrdînê kirin.
Piştî otopsiyê, cenazeyê Karane bi wesayita cenazeyan ya Şaredariya Cizîrê anîn navçeyê. Cenazeyê Karane li Goristana Cizîrê ya Esrî hat veşartin.