Esed îdia kir ku dewleta Sûriyeyê ji bo siyaseta xwe ya derve tim pêrgî êrîşan tê. Esed diyar kir ku dewleta wan di salên 1980an de bang kir ku li dijî terorê bi hev re tevbigerin, lê tu kesî girîngî neda vê bangê û wiha got: "Wexta ku li dinyayê li ser terorê dihat axaftin, ABD jî tê de me bi hemû dewletên ku li jî terorê têkoşîn dikir re hevkarî kir."
Esed der barê muxalifan de jî axivî û wiha got:
"Bêguman muxalefet her dem heye, lê muxalefet têgeheke siyasî ye jî. Muxalefet saziyeke siyasî ye, piştgiriya gel distîne û xwediyê bernameyeke vekirî û siyasî ye. Ji derve bi pereyan nayê îthalkirin û fermanan ji derve nastîne. Bernameya wan ji derve nayê. Midaxeleya derve qebûl nake û çekê bi kar nayne. Nikare ji aliyekî ve muxalefeta siyasî bike û ji aliyekî ve jî çekê hilde. Dema ku çek hilda êdî navê wê ne muxalefet e, navê wê serhildan e û teror e."
Esed diyar kir ku dikarin bi hemû muxalifên bêçek û yên ku bi derve re têkiliya wan tuneye re bên cem hev.