LONDRA
Li Îngilîztanê cimaeta dêrekê kêm bû û ji ber vê jî rêvebirên dêrê dêr derxistin mezatê ku bê firotin. Misilmanan jî ev dêr kirî.
Li gor nûçeyên çapemeniya Îngilîzan, Dêra Saînt Peter ya ku li herêma Stoke-on-Trentê ye, piştî firotinê kilît li deriyên xwe xist. Rêvebirên dêrê diyar kirin ku xizmetên wan dê li dêreke din bidome û pereyên ku ji firotina dêrê bidestxistin jî dê ji bo cimaetê xerc bikin.
Nasnameya Misilmanên ku dêrê kirin nehat diyarkirin. Berdevkê dêrê daxuyand ku teklîfa herî baş ji Misilmanan hat û wiha axivî: "Di rojên dawîn de hejmara Katolîkên vê herêmê kêm bûbû. Li herêmê 200 dêr hene û hejmara Katolîkan jî 285 hezar e."
Li gor anketên 2007an, gel encax ji sedî 15 mehê carekê diçin dêran. Li gor anketeke din jî Îngilîztan li Ewropayê welatê ku herî kêm çalakî li dêrên wê tên kirin e.