Hêzên Esed li giştiyê welêt operasyon dan ser muxalîfan û di operasyonan de 8 jê zarok, 4 jê jin, bi tevahî 50 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya Konseya Şoreş a Giştî ya Sûriyê (SRGC) hat diyarkirin ku hêzên Esed bi roketan êrîş li Kabûn, Dareyya, Yermûk, Cobar, Sabka û Seyîde Zeynepê kirin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (SNHR), di êrîşên artêşa Suriyê ku ji hewa û ji rêbejê da ser cihên mûxalîfan de li paytext Şamê 22, li Humusê 13, li Dera û Halepê 6, li Deyrû'z Zorê 2 û li Îdlîbê jî yek bi tevahî 50 kes mirin.