Hat eşkerekirin ku di bagera Filipînê de 2 hezar û 275 kes mirin.
Li Filipînê xebatên ji bo xelaskirina birîndaran dewam dikin û ji aliyê din ve hat aşkere kirin ku hejmara miriyan 2 hezar û 275 e. Li gor agahiyan 3 hezar û 655 kes birîndar in û ji 80 kesî jî hê tu agahî nehatiye girtin.
Peywirdaran, da zanîn ku 289 hezar û 433 kes li 993 navendên tehliyeyê kom kirin. Li gor agahiyan, di encama bobelatê de xisar gihiştiye 7 hezar û 488 gundên li 41 herêman.
Herwiha çavdêran da zanîn ku li welêt piştî bagerê xisar gihişt ragihandin, wesayit û rêyan û ji ber vê jî hejmara miriyan hê jî bi awayekî rast nehatiye tesbîtkirin û di belavkirina malzemeyên alîkariyê de jî astengî derdikevin.
Serokê Dewleta Filipînê Benîgno Aqûîno daxuyanî da CNNê û got ku hejmara miriyan tam nayê zanîn lê hejmara hatiye gotin "pir zêde ye." Aqûîno got ku hejmara miriyan di navbera 2 hezar û 2 hezar û 500an de ye.
-Talan tê kirin
Ji ber têrnekirina av, xurek û malzemeyên tibî talan tê kirin.
Berdevkê Saziya Xureka ya Neteweyî Rex Estoperez ragihand ku ji ambereke li herêma Alangang a li girava Leytê 100 hezar tûr birinc hat talankirin û dema talankirinê de dîwarek hilweşiya 8 kes di bin de man û mirin.