Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî bi têlefonê axivîn.
Li gor agahiyên Qesra Spî Biden û Barzanî bi têlefonê der barê "meseleyên ewlehiyê yên Iraqê û ji bo ku terorê ji holê rakin hewcedariya kordînasyona di navbera Erbîl û Iraqê" de axivîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Biden diyar kiriye ku Amerîka li hember El Qaîdeyê dixwaze ku bi Iraqê re hevkariya xwe bidomîne. Biden Barzanî ji ber guherîna qanûna rêvebirina hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê pîroz kir.
Di daxuyaniya Qesra Spî de hat gotin ku Biden û Barzanî li ser pêşveçûnên Iraqê yên ku bi Tirkiye û cînarên xwe re pêwendiyan pêk tîne jî axivîn.