Haydar Şahin
02 Mijdar 2018•Rojanekirin: 02 Mijdar 2018
ANKARA
Li Şîliya welatê Amerîkaya Başûr erd bi lerza 6,2yan hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê diyar kir ku navenda erdhejê 118 kîlomêtre bakurê rojhilatê bajarê Iquîqueyê ye, erdhej 91 kîlomêtre di binê erdê bi lerza 6,2yan çêbû.
Li Şîliyê piştî erdheja berêvarê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn lêbelê nehat gotin ku gelo çi zirar derket holê.