Emre Aytekin
05 Îlon 2022•Rojanekirin: 06 Îlon 2022
Li rojavayê Çînê li eyaleta Sîçuanê bi mezinahiya 6,8an erdhej çêbû û li gorî encamên destpêkê 21 kes mirin.
Navenda Torên Erdhejê ya Çînê ragihand, danê nîvro li Parêzgeha Xweser a Ganziya Tîbetê ya li rojavayê eyaletê, lerzeke bi mezinahiya 6,8an hat hîskirin.
Hat tesbîtkirin, navenda lerzê ya erdheja ku 16 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû, 39 kîlometre nêzîkî navçeya Ludingê ye. Li gorî encamên destpêkê di erdhejê da 21 kes mirin. Hat ragihandin, li navçeya Ludingê 7, li Şimiena navçeya Yaanê jî 14 kes mirin.
Di daxuyaniya Wezareta Birêvabirina Afatan da hat destnîşankirin, bi serokatiya Dîrektorê Rêberiya Erdhejê ya Çînê Mîn Yîren heyetek bo herêma erdhejê hat şandin ku xebatên xilaskirinê kordîne bike.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, ji navçeya Ludingê 30, ji cih û warên nêzîk jî 530 peywirdarên xilaskirina afatê bo herêmê hatin sewqkirin.
Herêma Xweser a Ganziya Tîbetê jî 635 peywirdarên ji dezgehên polês, îtfaiye, tenduristî, ragihandin, elektrîk û veguhestinê ji bo xebatên xilaskirinê şandin herêmê.