Zuhal Demirci
05 Îlon 2022•Rojanekirin: 06 Îlon 2022
Li Îngiltereyê Liz Trussa ku seba serokatiya Partiya Mihafazakar a îqtidar hat hilbijartin, bû serokwezîra nû ya welêt.
Serokê "Komîteya 1922yan" Parlamenter Sir Graham Brady li Navenda Konferansê ya Qraliçe Elizabetha 2yem encamên dengdayîna ku endamên partiyê kir, eşkere kir.
Li gor encaman Liz Trussê di dengdayînê da 81 hezar û 326 deng hilda. Rishi Sunakê reqîbê wê jî 60 hezar û 399 deng hilda.
Bi vê encamê va Trussê hilbijartina serokatiya Partiya Mihafazakar qezenc kir û di heman demê da bû serokwezîra nû ya welêt.
Truss zewicî ye û 2 zarokên wê hene. Piştî Margaret Thatcher û Theresa Mayê, Truss bû "serokwezîra jin a 3yem a Îngiltereyê".
Serokwezîr Boris Johnson wê sibê îstifa bike û paşê Truss wê ji aliyê Qralîçe Elizabetha 2yem va were wezîfedarkirin ku hikûmeta nû ava bike.
Tê payîn ku Truss sibê endamên hikûmeta nû eşkere bike.
Boris Johnson di 7ê tîrmehê da ji serokatiya PArtiya Mihafazakar îstifa kiribû û gotibû ku heta serokê/a nû were hilbijartin, ew ê wezîfeya serokwezîriyê bidomîne.