18 Sibat 2017•Rojanekirin: 19 Sibat 2017
LONDON
Alan Duncanê Wezîrê Dewletê yê Îngiltereyê yê Berpirsê Ewropa û DYAyê yê Wezareta Karên Derva li Wezareta Karên Derva ya Îngiltereyê pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.
Duncan destnîşan kir Tirkiye ji bo Îngiltereyê girîng e û ji bo hewla derbeya 15 Tîrmehê jî got: "Hewla derbeyê ya li Tirkiyeyê pir cidî û bi talûke bû û em xwediyê wê fikrê bûn ku divê ew bê fehmkirin. Hûn nikarin li cihê xwe rûnên û bibêjin 'dengê xwe nekin.' Ev ji bo bi tevahiya Tirkiyeyê demeke pir zor û bi talûke bû. Ez pir kêfxweş im ku Îngiltereyê di vê mijarê da bi eşkere helwesta xwe ya li hemberî hewla derbeyê nîşan da."
Roja ku Duncan dest bi wezifeya xwe kir li Tirkiyeyê jî hewla derbeyê pêk hat û ji bo vê yekê jî destnîşan kir bi Wezîrê karên Derveyê Îngiltereyê Borîs Johnson û Serokwezîra Îngiltereyê Theresa May ra axivî û ji wan ra got: "Ev pir girîng e ji bo em vê fehm bikin ez diçim wê derê."
Duncan diyar kir ku piştî hewla derbeyê ew sê caran hat Tirkiyeyê û wiha pê da çû: "Ez wisa bawer dikim Tirkiyeke xwedîîstiqrar ji bo îstiqrara herêmê jî navend e. Tirkiye heke bi tena serê xwe bê nirxandin jî şert e ku demokrasiyeke birêva diçe hebe."

Duncan diyar kir Îngilistan baş nizane li pişt hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê kî heye û wiha got: "Lê hin gumanên me hene. Helbet Tirkiye wê bi xwe vê pirsgirêkê çareser bike."
Duncan destnîşan kir hikûmeta Îngilistanê ji mixatabên xwe yên li Tirkiyeyê ra piştî hewla derbeyê peyama "bira hiqûq û edalet desthilatdar be" da û wiha dewam kir: "Helbet em bangê li Tirkiyeyê dikin dema însan tên girtin û tevdîr tên hildan pê bawer be kesên rast digire. Îngilistanê bi eşkereyî got nizane rasterast çi qewmiye. Lê bi ya min beşên din ên Ewropayê baş fehm nekirin vê hewla derbeyê ceribandineke travmatîk e."
Duncan bi bîr xist ku di vê sala dawîn da Tirkiyeyê di bi sedan qurban da terorê û wiha got: "Çaxa ku hewla derbeyê û tehdîdên terorê yên ku Tirkiye rûbirû maye bînin ber çavên xwe, li gor min dibê ranebin dersê nedin Tirkiyeyê, rewşa ku tê da ye fehm bikin. Ji bo ku Tirkiye demokratîk û bi îstiqrar be û li herêmê hêzdar be dibê pê ra tevkariyê bikin."
"Têkiliyên xurt bibin"
Duncan got piştî ku Îngiltereyê biryar da ku ji YEyê biqete (Brexit) armanc ew e ku bi Tirkiyeyê ra têkiliyan xurt bikin, delîlê vê jî ew e ku tûrîstên îngilîz Tirkiyeyê hildibijêrin, aboriya di navbera herdu welatan da zêde dibe, Theresa May çaxa ku hat Tirkiyeyê peymana îmalata parastinê îmze kir.
Duncan destnîşan kir ku bi Brexitê va aramanca Îngiltereyê tevlihevkirin û zirardayîna Yekîtiyê nîne YEyeke hêzdar kêrî Îngiltereyê tê û hinceta veqetandina ji yekitiyê wiha nirxand:
"Me refarandumek kir em cuda bûn. Demokrasiya parlamenteriyê ya Brîtanyayê bi hêz e. Em hikûmetê hildibêjirin, eger em neecibînin wê hingê em dîsa yekî din tercih dikin. Ev tê vê meneyê. Em çend bi welatên din re hevkariyê bikin jî em naxwazin ku me rêvebibin. Ji ber vê gelê me ji bo ji YEyê derkevin reya xwe dan."
Duncan got ku biryara endamtiya YEyê ya Tirkiyeyê terciha gelê Tirkiyeyê ye û wiha axivî:
"Çimkî ji bo endamtiyê hin tawîz hene ku bên dayîn. Ji aliyekî vê jî ketina nav bazirganiya serbest e, ketina bazaran hin avantajên wê hene. Ji aliyekî ve jî Parlamentoya Ewropayê û Komîsyona YEyê heye. Hin caran dikarin bêjin 'lazim e hûn wiha bikin.' Ji ber vê yekê ka ev endamtî gelo baş e an na, lazim e Tirkiye biryarekê bide. Ev jî terciha Tirkiyeyê ye."