18 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
MUNIH
Serokwezîr Bînalî Yildirim û Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê hatin ba hev.
Serokwezîr Yildirimê ku ji bo hin temasan dayne û beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munihê a Navneteweyî ya 53yan bibe hate Almanyayê di taştê da bi Merkela hevtaya xwe ra hat ba hev.
Hevdîtina ku li otêlekê hat kirin qasî 50 deqîqeyî dewam kir.
Mevlut Çavuşogluyê Sermizakir û Wezîrê YEyê, Akîf Çagatay Kiliçê Wezîrê Spor û Ciwaniyê, Fikrî Işikê Wezîrê Parastina Neteweyî, Alî Kemal Aydinê Balyozê Berlînê yê Tirkiyeyê û rayedarên din jî beşdarî hevdîtinê bûn.