18 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
MUNIH
Hevdîtina di navbera Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ra dest pê kir.
Serokwezîr Yildirim û Serokwezîra Almanyayê Merkel di taştêyê da li Otêla Bayerischer Hofa ku 53emîn Konferansa Ewlehiya Munihê ya Navneteweyî lê tê kirin hatin bal hev.
Beriya civîna ku ji çapemeniyê ra girtî tê kirin ji bo wêne û dîmenkişandinê ji rojnamegeran ra destûr hat dayîn. Tê payîn ku di civînê da li ser têkoşîna dijî terorê koçberiya bêpergal, pirsgirêkên herêmî û di qada kar da şirîkatiya her du aliyî bê sekinandin.
Sergotubêj û Wezîrê YEyê Omer Çelîk, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Spor û Ciwaniyê Akîf Çagatay, Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik û Serbalyozê Berlînê yê Tirkiyeyê Alî Kemal Aydin û rayedarên din jî di civînê da cih girtin.