Elif Orhan
24 Hezîran 2016•Rojanekirin: 25 Hezîran 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der heqê biryara Qraliyeta Yekbûyî ya referandûmê ya veqetîna ji YEyê de got ku "Em piştgirî didin ku yekîtî xurtir be û berdewam bike. Ev ji bo aştiya Ewropayê, îstiqrara herêmê mijarekî girîng e. Lê belê di vê mijarê de divê Yekîtiya Ewropayê nêrîna ku wê ji welatên din ên herêmê dûr dixe biterikîne, divê di lêgerîna vîzyonekî berfirehtir û dahatûyê bike."
Yildirim li Mizgefta Başyazicioglu ya li Sogutozuyê nimêja înê kir û pişt re bersiva pirsên rojnamevanan ên der heqê rojevê de da.
Yildirim li ser pirsekî der heqê biryara Îngiltereyê ya veqetîna ji YEyê de bi bîr xist ku duh li Îngiltereyê ji bo ku endamtiya YEyê berdewam bike yan xilas bibe referandûmek hat kirin.
- "YE divê vê geşedanê baş bixwîne"
Yildirim destnîşan kir ku YEya ku mixatabê eslîn ê biryara Îngiltereyê ya veqetîna ji YEyê ye divê vê geşedanê baş bixwîne û dîsa li ser vîzyona xwe ya dahatûyê bisekine û wiha axivî:
"Tê dîtin ku di xwe de hewandina wê nexwe di asteke îdeal a ku hemû endaman dihûndirîne de nîne. Bi vê referandûmê derket holê ku bêmemnûniyetek heye. Tirkiye welatekî wisa ye ku ev çendî sal in di rêya Yekîtiya Ewropayê de dixebite û tevdigere. Me çavdêriyên xwe yên der barê vê yekê û yên der heqê tiştên ku dişibine vê de tespîtên xwe bi wesîleyên cur bi cur bi meqamên biryarê re parve kirin.
Em piştgirî didin ku yekîtî xurtir be û berdewam bike. Ev ji bo aştiya Ewropayê, îstiqrara herêmê mijarekî girîng e. Lê belê di vê mijarê de divê Yekîtiya Ewropayê nêrîna ku wê ji welatên din ên herêmê dûr dixe biterikîne, divê di lêgerîna vîzyonekî berfirehtir û dahatûyê bike. Bi kurtasî baş xwendina fikarên hilbijêrên îngilîz dê der heqê dahatûya yekîtiyê de encamên girîng derxîne holê."
Serokwezîr Yildirim wiha axivî: "Di dema kampanyayê da birêz Cameron ji bo Îngiltere YEyê da bimîne ji xwest kampanyaya xwe ji ser Tirkiyeyê bibe û hin gotinên ecêb û seyr kir lê dengdêrên îngilîz bi wan gotina îtibar nekirin û nîşan dan ku fikrên wan ên der barê Tirkiyeyê da rast nîne û ev yek jî bi vê kapmanyayê nîşanî birêz Cameron dan. Ew Cameronê ku ji bo Tirkiyeyê qewl dide gelê îngilîz jî qewlê wî da û jê ra wext kifş kir."
Yildirim li ser pirsa gelo dê verastkirina der heqê şaredariyên ku piştgirî didin terorê kengî bê Parlementoyê de destnîşan kir ku nêrînên wan ên di vê mijarê de gelekî eşkere ne. Yildirim got ku "Em nikarin bi xweşbînî li wan sazî û kesên ku eşkereye rasterast alîkariyê didin terorê nîşan bidin. Em tu carê musamahayê nîşanî wan kesên ku çav berdan yek bihostek vê axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, nadin. Asta wan rewşa wan çi dibe bila be ewê berdêla tiştên ku dikin wê bidin."