Haydar Şahin
09 Îlon 2020•Rojanekirin: 10 Îlon 2020
Li Rûsyayê hejmara kesên hat tesbîtkirin bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketine derkete milyonek û 41 hezar û 7 kesan, 18 hezar û 135 kes jî mirin.
Di daxuyaniya Navenda Pêşîlêbirîn û Kontrola Enfeksiyona Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 5 hezar û 218 kesên bi vîrusê ketine hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derkete milyonek û 41 hezar û 7 kesan.
Li welêt di nav rojekê da 142 kes ji ber vîrusê mirin, hejmara miriyan derkete 18 hezar û 135an, hejmara kesên pak bûn jî 6 hezar û 409 zêde bû derkete 856 hezar û 458an.
Li Moskovaya paytext di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 642 zêde bû û derkete 268 hezar û 384an, hejmara miriyan 12 zêde bû û derkete 4 hezar û 933 kesan.