Haydar Şahin
09 Îlon 2020•Rojanekirin: 09 Îlon 2020
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 27 milyon û 761 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 902 hezar û 306 kes ji ber vîrusê mirin.
Hejmara pêketiyan derket 27 milyon û 761 hezar û 547 kesan, 19 milyon û 845 hezar û 609 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.
Li dinyayê 7 milyon û 13 hezar û 632 kes hê nexweş in û tên dermankirin.
Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derkete 6 milyon û 514 hezar û 376 kesan, ji ber vîrusê 194 hezar û 37 kes mirin.
Xêncî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 250 hezarî zêdetir in wiha ye:
"Hindistan (4 milyon û 374 hezar û 314), Brezîlya (4 milyon û 165 hezar û 124), Rûsya (milyonek û 41 hezar û 7), Perû (696 hezar û 190), Kolombiya (679 hezar û 513), Meksîka (642 hezar û 860), Afrîkaya Başûr (640 hezar û 441), Îspanya (534 hezar û 513), Arjantîn (500 hezar û 34), Şîlî (425 hezar û 541), Îran (391 hezar û 112), Îngiltere (352 hezar û 560), Fransa (335 hezar û 524), Bangladeş (329 hezar û 251), Erebistana Siûdî (322 hezar û 237), Pakistan (299 hezar û 659), Tirkiye (283 hezar û 270), Îtalya (280 hezar û 153), Iraq (269 hezar û 578)û Almanya (254 hezar û 957)."
Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in wiha ye:
"Brezîlya (127 hezar û 517), Hindistan (73 hezar û 953), Meksîka (68 hezar û 484), Îngiltere (41 hezar û 586), Îtalya (35 hezar û 563), Fransa (30 hezar û 764), Perû (30 hezar û 123), Îspanya (29 hezar û 594), Îran (22 hezar û 542), Kolombiya (21 hezar û 817), Rûsya (18 hezar û 135), Afrîkaya Başûr (15 hezar û 86), Şîlî (11 hezar û 682), Ekvador (10 hezar û 627)û Arjantîn (10 hezar û 405)."