İbrahim Atmaca
09 Îlon 2020•Rojanekirin: 10 Îlon 2020
Konvoya wesayîtan a Alîkarê Yekem ê Serokomarê Efxanistanê Amrullah Salih li paytext Kabulê rastî êrîşê hat û ji destê xwe birîndar bû.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Tarik Aryen daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, wesayîta meqam a Salihê Alîkarê Yekem ê Serokomar wexta ku ji herêma Taîmaniya Kabulê ra derbas dibû, rastî êrîşê hat.
Aryen diyar kir, Salihê Alîkarê Yekem ê Serokomar di êrîşê da ji destê xwe birîndar bû û xelas bû, li gor tesbîtên ewil 2 kes hatin kuştin, 12 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê din va Salihê Alîkarê Yekem ê Serokomar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "ew di êrîşê da ji destê xwe birîndar bû û êrîşên bi vî rengî wê ji têkoşîna wî ra nebin asteng."
Bi şideta êrîşê camên avahiyên derdorê şikestin, hemû kolanên ku dertên ser cihê bûyerê ji trafîkê ra hatin girtin.
Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.