Dinya

Li Almanyayê dayika ku keça wê ji hêla PKKyê hat revandin, çalakiya xwe didomîne

Li Almanyayê Maide Tya dayika Nilufer Tya ku ji hêla rêxistina terorê PKKyê hat revandin, li paytext Berlînê çalakiya xwe didomîne.

Önder Beyter  | 09.09.2020 - Rojanekırın : 10.09.2020
Li Almanyayê dayika ku keça wê ji hêla PKKyê hat revandin, çalakiya xwe didomîne

Berlin

 Li Almanyayê Maide Tya dayika Nilufer Tya ku ji hêla rêxistina terorê PKKyê hat revandin, li paytext Berlînê çalakiya xwe didomîne.

Maide Tyê berî civîna Lijneya Wezîran a bi serokatiya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê, li ber avahiya Serokwezîriyê çalakî kir.

Piştî ku rojnamegeran bi Maide Tyê dan bibîrxistin ku hin dayikên Diyarbekirê yên di çalakiyê da gihîştên ewladê xwe, Maide Tyê wiha got, "Ez jî hêvîdar im. Hêviya min ew e ku ez ê jî demeke nêzîk mîna wan şa bim. Xwedê vê şabûnê bike para hemû dayikan."

Maide Tyê pankarta ku li ser "PKK vîrusek e. Alîkariya min bikin ku keça xwe xilas bikim." dinivîse vekir û wêneya keça xwe bilind kir.

Maide T. ji 12ê Mijdara 2019an vir va ji keça xwe ku ji malê derket û got, "Ez diçim dibistanê", xeberê nastîne. Dayika dilşewat ku 3 meh e çalakiyên xwe didomîne, berî niha li ber komeleya nêzîkî PKKyê ya bi navê Navenda Kurdistaniyên li Berlînê, li Deriyê Brandenburgê ku li navenda bajêr e û li ber Meclisa Federal çalakî kiribû û xwestibû ku keça wê ji destê rêxistina terorê were xilaskirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın