Abdullah Tel
2018 ж. 01 маусым•Rojanekirin: 2018 ж. 02 маусым
MOSKOVA
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ji ser têlefonê axivîn.
Kremlînê der barê axaftinê da daxuyanî da û ragihand ku ev axaftineke wek berdewamiya gotûbêjên di 9ê gulanê da li Moskovayê hatibûn kirin bû û li ser hin pirsgirêkên Sûriyeyê hat sekinîn. Di daxuyaniyê da hat gotin ku li ser mijarên dualî yên di rojevê da cih digirin jî sekinîn.
Ji hêla din va Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu jî li Moskovayê bi Wezîrê Parastina Îsraîlê Avigdor Lieberman ra hat bal hev. Di destpêka hevdîtinê da Şoygu piçekê xeberda û got ku ew ê li ser mijarên rojane yên wekî pirsgirêka Sûriyeyê bisekinin.
Piştî hevdîtina wezîrên parastinê yên Rûsya û Îsraîlê tu daxuyanî nehat dayîn.