Dlshad Saifaalddin Ahmed
2018 ж. 31 мамыр•Rojanekirin: 2018 ж. 01 маусым
SILÊMANÎ
Li Ranyeya Silêmaniya Herêma Kurdistanê girava ku wek Nîştimanê Qeqlîbazan tê naskirin bi taybetmendiya xwe ya tebîî ve bala welatiyan û geştiyaran dikişîne.
Li nahiyeya Çarqurneya ser bi Ranyeyê, giravek bi navê Nîştimanê Qeqlîbazan heye ku tenê qeqlîbaz li wê derê dijîn.

Nîştimanê Qeqlîbazan 2 kîlometre dûrî Çarqurneyê ye û 136 kîlometre jî mesafeya wê digel Silêmaniyê heye.
Di çûna vê giravê de ji dûriyê ve dîmenê ciwan ê qeqlîbazan tê dîtin. Li vê giravê bi hezaran qeqlîbaz hene û ji xeynî wan kes li wê derê tuneye.

Dema geştiyar berê xwe didine vê giravê bi hezaran qeqlîbaz bi dîmenê xwe yê ciwan ve pêşwaziya mêvanî dikin.
Ji ber ku ev girava di nava Deryaçeya Dukanê de ye ji qeqlîbazan re cihê herî aram û ewle ye, di dema hêkdanînê de li vir kom dibin û çêlikên wan jî li vir bi firê dikevin.

Polîsê Silêmaniyê girava qeqlîbazan û çûkên ciwan her daîm di bin çavdêriyê de digirin û wan diparêzin.
Berdevkê Rêveberiya Polîsê Daristan û Jîngehê li Raperînê Cebbar Adem, der barê girava qeqlîbazan de bo peyamnêrê AAyê wiha got:
"Erka me parastina jîngeha herêmê ye. Bi salan e, bi taybetî di meha adarê de qedexeya nêçîra masiyan dest pê dike. Di tevahiya rêveberiya me de 12 xalên me yên çavdêriyê hene û em nahêlin li Deryaçeya Dukanê nêçîr were kirin. Wek din em bi taybetî çavdêriya vê giravê jî dikin da ku qeqlîbazan biparêzin."

Li ser koç û danîna qeqlîbazan li vê giravê jî Cebbar Adem wiha agahî da:
"Qeqlîbaz li vê giravê dijîn. Di vê mehê de vê giravê hildibijêrin. Tên vir da ku bikarin hêlînên xwe çêkin û hêkan deynin. Her yek ji wan 3 heta 4an hêkan dikin. Piştre çêlik ji hêkan derdikevin. Dema çêlik hinekî mezin dibin qeqlîbaz wek ref bi warekî din ve koç dikin."
Li gor Cebbar Adem qeqlîbazan ji Deryaya Spî qonax bi qonax koçî vê derê kirine û heta ku bûne bi hezaran hatine.