Ahmet Dursun
2018 ж. 31 мамыр•Rojanekirin: 2018 ж. 01 маусым
ANKARA
Hiqûqzana Îranî û wergira Xelata Nobelê ya Aştiyê Şîrîn Îbadî got: "Seroka partiya di desthilatê de Ang San Su Çi û berpirsên eskerî divê di mehkemeyeke navneteweyî û serbixwe de bi sûcê qirkirinê werin mehkemekirin."
Îbadiyê daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir ku tawanê li dijî Misilmanên Arakanê tê meşandin qirkirine û wiha axivî: "Misilmanên Arakanî, ev 40 sal in rastî qirkirineke hêdî hêdî tên."
Îbadî bal kişand ser zilma li Arakanê û nirxandin xwe wiha kir:
"Digel aktîvîsta mafên mirovan a Îrlandayî Mairead Maguire û ya Yemenî Tewekkul Karman em çûn sînorê Bangladeşê. Ez li wê derê bi 100 jinên Arakanî re axivîm ku ji Adara 2017an heta Tebaxa 2018an rastî destdirêjiyên sîstematîk hatine û bûne şahidên van bûyeran. Me dît ku çîrokên tirsê jî li ser şahid û qurbanan tesîrên cuda çêkiriye. Ez behsa detayên bixwîn nakim, lewra li ser zilmên dijmirovahiyê me tiştên ku xeyalê însanan nagihênê bihîstin."
Îbadiyê diyar kir ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî ev qetlîam wek qirkirin binav kiriye û got: "Seroka partiya di desthilatê de Ang San Su Çi û berpirsên eskerî divê di mehkemeyeke navneteweyî û serbixwe de bi sûcê qirkirinê werin mehkemekirin."