Haydar Şahin
2018 ж. 31 мамыр•Rojanekirin: 2018 ж. 01 маусым
MOSKOW
Beşar Esedê serokê rejima li Sûriyeyê diyar kir ku ji bo mizakereyan deriyê wan ji YPG/PKKya ku navê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) bi kar tîne ra vekirî ye, heke wisa nebe jî ew ê bi zorê wan jiherêmên dagir kirine derxin.
Esed daxuyanî da televizyona Rûssîa Todayê û îdia kir ku hêzên Rojavayî yên di pêşîkêşiya Amerîkayê da "piştgiriyê didin komên terorîst", ji bo bidawîbûna şer nikarin tam dîrokekê eşkere bikin lêbelê êdî hindik ma şer xilas bikin.
Esed bal kişand ser hebûna Amerîakyê ya li Sûriyeyê û got, "Heleb û Dêrazorê, Hums û nika jî piştî ku Şam were xilskirin katên di destê Amerîkayê da ew ê kêm bibin."
Esed got ku karta teze ya di destê Amerîkayê da Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ye û wiha pê da çû:
"Em pêşda diçin û terorîstan berteref dikin, bi tenê wekî pirsgirêk HDS ma. Armanca me ew e ku bi 2 rêyan va vê pirsgirêkê çareser bikin. Ya ewil ew e ku deriyê me ji bo mizakereyan vekirî ye. Piraniya HDSyê ji Sûriyeyê ye. Em bawer dikin ku ew jî ji welatê xwe hed dikin û naxwazin bibin pêlîstoka hêzên biyanî. Yanê pozîsyona me hevpar e. Pêbaweriya me bi Amerîkayê tune. Ne ji ber şer, ew her tim merivan dixapînin. Kirin û gotina wan hevdu nagre. Ji ber vê rê ew e ku bi welatiyên Sûriyeyê ra jiyana xwe bidomînin. Heke ji mizakereyan encam neyê bidestxistin jî em ê hêzê bi kar bînin wan (YPG/PKK) ji herêmê derxin."