Ahmet Furkan Mercan
03 Hezîran 2024•Rojanekirin: 03 Hezîran 2024
Li eyaleta Îşîkawayê ya li rojavayê Japonyayê bi mezinahiya 6an erdhej çêbû.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), li bajarê Suzuyê yê li rojhilatê bakurê Nîvgirava Notoyê ya Îşîkawayê bi mezinahiya 6an erdhej çêbû.
Piştî erdheja ku bi dema herêmî di saet 06.31ê da 10 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû, hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
Li heman deverê bi dema herêmî di saet 06.40î da bi mezinahiya 4,8an erdhejeke din jî çêbû.
Li gorî Walîtiya Eyaleta Îşîkawayê, di erdhejan da li bajarê Wajimayê yê li Nîvgirava Notoyê 5 avahî hilweşiyan.
Li gorî ragihandina şaxên rêveberiya herêmî, di erdhejan da tu kes nemir.
Lerz bi tevahiya Îşîkawayê û her wiha Fukui û Niigataya nêzîk jî di nav da li eyaletên dewrûberê hat hîskirin.
Di Santrala Nukleerê ya Şîkayê ya li Îşîkawayê û Santrala Nukleerê ya Kaşîwazakî-Karîwayê ya li Niigatayê da anormalî nehat tesbîtkirin.
JMAyê ragihand, li herêmê lerzên dûmahîkê mumkin e hefteyekê bidomin.