13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 15 Nîsan 2017
HELEB
Hat diyarkirin li Daret Îzzeya navçeya ser Heleba dikeve aliyê bakûrê Sûriyeyê êrîşên bi bombeya fosforê hatin lidarxistin, di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.
Ji rayedarên parastina sivîl ên li herêmê Suphî Arîf ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Balafireke şer ku li gor texmînan balafira şer a Rûsyayê bû, bi bombeya fosforê êrîşî ser hin cî û warên li ser navçeyê kir."
Arîf got: "Di encama êrîşê de agir bi gelek cî û waran ket. Agir ji aliyê ekîbên agirkujî û parastina sivîl ve hat vemirandin."