Ahmet Furkan Mercan
09 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2024
TOKYO (AA) - Li rojavayê bakurê Japonyayê li peravên Girava Sado ya eyaleta Nîîgatayê bi mezinahiya 6an erdhej çêbû.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), li peravên Girava Sado ya li rojavayê bakurê welêt, bi dema herêmî di saeta 17.59an da bi mezinahiya 6an û di 10 kîlometre kûrahiyê da erdhej çêbû.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
Hat ragihandin, erdhej li tevahiya eyaleta Nîîgatayê û her wiha li eyaletên Yamagata, Toyama, Nagano û Îşîkawayê hat hîskirin.