Dinya, Herekata Kaniya Aştiyê

Li Resuleynê xebatên îmhekirina bombeyan dewam dikin

15.11.2019 - Rojanekırın : 16.11.2019
Li Resuleynê xebatên îmhekirina bombeyan dewam dikin

Rasulayn

Li Resuleyna Tirkiyeyê bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê paqij kir eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) xebatên teqîbat û lêgerînê didomînin. Eskerên ANSyê mayîn û teqemeniyên YPG/PKKyê li wargehên sivîlan bi cî kiribûn tesbît û îmhe dikin.

Li herêma bi Herekata Kaniya Aştiyê ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin ji bo sivîl di ewlehiyê da vegerin cî û warên xwe xebatên tesbît û îmhekirina teqemeniyan dewam dikin.

YPG/PKKya rêxistina terorê beriya ku ji Resuleyna li hemberî Ceylanpianara navçeya Şanliurfayê vekişe gelek bombe di malan da bi cî kiribû.

Di vê çarçoveyê da eskerên ANSyê bombeyên li herêmê tesbît dikin li ciyên dûrî sivîlan îmhe dikin.

AAyê dîmenên xebatên îmhekirina bombeyan ên li Resuleynê kişand.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın