Terorîstê biyanî yê Welatiyê Amerîkayê li herêma di navbera da disekine
Edirne
Terorîstê biyanî yê Tirkiyeyê dersînor kiribû û Yewnanistanê hilnedabû welatê xwe hê di navbera herdu welatan da disekine ku ji bo wî belgeya seyahetê were amadekirin.
Muhammad Dawîs B'yê terorîstê welatiyê Amerîkayê 5 roj e di navbera Deriyê Sînor ê Pazarkuleyê yê Tirkiyeyê û Deriyê Sînorê Kastanîesê yê Yewnanistanê da disekine.
Li gumrikê di navbera herdu deriyan da çûyîn û hatina bi wesayîtan dewam dike lêbelê ji bo peyayan destûr nayê dayîn.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ku li ser daxwaza terorîstê biyanî yê welatiyê Amerîkayê di 11ê mijdarê da hat dersînorkirin û derbasî aliyê Yewnanistanê kirin, lêbelê ji ber ku Yewnanistanê qebûl nekir jî li herêma di navberê da ma.
Wezaretê diyar kiribû ku Amerîkayê qebûl bike û ji bo wî teehud da ku belgeya seyahetê were amadekirin ku pê boşînin Amerîkayê.