Büşra Selvi Öğütcen
28 Mijdar 2021•Rojanekirin: 30 Mijdar 2021
Li Barrancaya bajarê Peruyê bi lerza 7,5an erdhejek çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê (USGS) eşkere kir ku 42 kîlomêtro li bakurê rojhilatê bajarê Barrancayê bi lerza 7,5an erdhej çêbû.
Hat ragihandin erdhej 112,5 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
Hat daxuyandin di erdhejê da kes nemiriye û zirar çênebûye.
Li Peruyê di 15ê Tebaxa 2007an da bi lerza 7,9an erdhej çêbûbû û 595 kes miribûn.