Dinya

DEAŞê li Silêmaniyeyê êrîşî pêşmergeyan kir: 5 kuştî

Ekip  | 28.11.2021 - Rojanekırın : 29.11.2021
DEAŞê li Silêmaniyeyê êrîşî pêşmergeyan kir: 5 kuştî

Arbil

DEAŞa rêxistina terorê li Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê êrîşî pêşmergeyan kir, di êrîşê da 5 pêşmerge hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî DEAŞê duh şev li Kîfriya navçeya Silêmaniyeyê li herêma Kulecoyê êrîşî cihê pêşmergeyan kir.

Di êrîşê da 5 pêşmerge hatin kuştin û 4 pêşmerge jî birîndar bûn.

DEAŞa rêxistina terorê di sala 2014an da bi tevahiya Mûsil, Selahaddîn, Enbar û qismekî Diyala û Kerkûka bajarên Iraqê hildabû bin kontrola xwe lê ew herêm peyderpey ji destê rêxistinê hatibûn rizgarkirin.

Serokwezîrê Iraqê yê wê heyamê Heyder el-Ebadî di 9ê Çileya Pêşîn a 2017an da gotibû wan DEAŞ têk biriye û ew serfiraz bûne.

Ev nêzî 4 salan e ku Iraq ji DEAŞê hatiye paqijkirin, lê dîsa jî li hin herêman bi taybetî Mûsil, Selahaddîn, Enbar, Diyala û Kerkûkê êrîşên rêxistinê dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın