Nihat Kavşut
08 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2018
PARÎS
Li Parîsa paytextê Fransayê beriya xwepêşandan û çalakiyên "êlegzeran" 32 kes hatin binçavkirin.
Gorî nûçeyên di çapemeniya Fransayê da derketin "êlegzer" di serî da Parîs li tevahiya welêt bihakirina sotemeniyê û rewşa aboriyê protesto dikin û ji bona wekî hefteya borî bûyerên tundiyê neqewimin tevdîrên ewlehiyê hatin hildan.
Ji bona bûyerên tundiyê neqewimin li tevahiya Fransayê 89 hezar polês hatine wezîfedarkirin.
Gorî agahiyan ji ber çalakiyên li Parîsê 8 hezar polês û 12 wesaîtên bizirx hatine wezîfedarkirin.
Ji bona xwepêşandanên li Parîsê çalakvan tên Kolana Champs-Elyseesê û piştî polês li wan digerin derbasî kolanê dibin.
Gorî agahiyan beriya xwepêşandana "êlegzeran" ya li Parîsê 121 kes ji bona îfadeya wan hildin birin qereqolê û 32 kes hatin binçavkirin.
Tê gotin ji ser kesên hatine binçavkirin çakûc û kevir derketine.