Abdullah Tel
06 Adar 2021•Rojanekirin: 06 Adar 2021
Hat ragihandin li başûrê rojavayê Belucistana eyaleta Pakistanê bombeya ku di keviya rê da hatibû veşartin teqiya, 5 karker mirin û 2 eskerên bi wan ra bûn jî birîndar bûn.
Rayedaran gotin ku li Sîbî ya navçeya Belucistanê bombeya di keviya rê da veşarî dema wesayîta karkeran derbas bû hat teqandin.
Di encama teqînê da 5 karker mirin û 2 eskerên rêhevaltiya wan dikirin jî birîndar bûn.
Heta niha kesî toqa êrîşê hilneda ser xwe.
Li başûrê rojavayê Pakistanê ji ber kêmasiya ewlehiyê esker rêhevaltiya karkeran dikin.
Rêxistinên cudaxwaz û tundraw ên li Belucistanê car caran êrîşên terorî dibin ser hêzên ewlehiyê.