Haydar Şahin
06 Adar 2021•Rojanekirin: 06 Adar 2021
Jen Psakiya Berdevka Qesra Sipî diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê ew ê "di xalekê" da bi têlefonê biaxivin.
Psakiyê di civîna çapemeniyê yê li Qesra Sipî da pirsa dibêje çima Bîden hetanî niha bi Erdogan ra li ser têlefonê neaxivî bersivand.
Psakiyê diyar kir ku hê gelek serokê dinyayê yên dibê Bîden lê bigere hene û wiha got: "Bîdenê hefteya pêşiya me û di nav van mehan da van hevdîtinan bike. Ez bawer dikim ku ew ê bi Erdogan ra jî biaxive."