Li New Yorkê Meşa Roja Misilmanan a 29emîn bi tekbîr û dûayan ve dest pê kir.
Komên misilman ên li Amerîkayê bi hev re çalakiya meşê li dar xistin.
Komê li ser rêya Kolana Madîsonê nimêja nîvro kir û pişt re bi dûa û tekbiran ve dest bi meşa xwe kirin.
Misilmanên li Amerîkayê dijin bi alên welatên xwe ve beşdarî çalakiyê bûn û welatê xwe temsîl kirin. Misilmanên ji Tirkiyeyê jî, bi ala xwe ve beşdarî çalakiyê bûn.
Komeke Misirê ji bo ku balê bikşînin li ser pirsgirêkên welatê xwe û derbeya Misirê protesto bikin şanoyek çêkirin. Komê îşareta Rabiayê û jineke misrî ya ku hatiye dardekirin temsîl bike nîşan dan.
Komeke cihûyan ên bi misilmanan ve meşiyan jî, pankartên ku li ser ambargoya Filistînê bê xilaskirin nivîsandî nîşan dan û xwestin ku ji bo gelê Filistînê edalet pêk bê.
Di beşa duyem a meşê de jî dûa hatin kirin, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de gotin ku wehşeta DÎŞIyê ne misilmantiye.