WASHINGTON
Li Washingtona paytexta DYAyê bi minasebata salvegera 50mîn ya axaftina binavûdeng ya Martîn Lûther Kîng, parêzvanên mafên mirovan, ji bo ku ji Abîdeya Lîncolnê heya Abîdeya King bimeşin kom bûn. Ev çalakî ji du meşên girîng ên ku bi vê mijarê re eleqedar ya pêşîn e.
Wekî her sal, Amerîkayî danê sibê zû li ber Abîdeya Lîncoln û hewza li ber wê ku Lûther Kîng ew xaftina xwe ya meşhûr kiribû, berhev bûn.
Amerîkayiyan pankartên ku li ser kar, edalet û wekhevî nivîsî û posterên Luther King û xortê reşik Trayvon Martinê ku dema diçû mala xwe ya li Floridayê bi destê notîrvanê spî Goerge Zimmerman hatibû kuştin, hilgirtin.
Her çendî Amerîkayiyên Afrîkayî zêde bûn jî ji hemû reng û baweriyan beşdarî hebûn.
Amerîkayiyan bersiva pirsên muxabirê AAyê dan û gotin xeyalên King yên girîng pêk hatine, lê ji bo hemû xeyalên wî pêk bên, hê divê bixebitin. Amerîkayiyan bal kişand ku li welêt bi taybetî jî cudakarî berdewam dike.