VAN
Yekîtiya Berhênerên Hingivê yên Gevaşê ji bo ku balê bikşînin û cudatiya xwe nîşan bidin, kiwareyên wek şiklê dil çêkirin û hewl didin ku hingivê organîk yê ku li wir hilberandine 14ê Sibatê di Roja Xoşewîstan bi mûzayedeyê bifroşin.
Yekîtiya Berhênerên Hingivê, bi piştgiriya Ajansa Pêşveçûn a Rojhilata Anadoluyê li quntara çiyayê Artosê navendeke bi navê "Navenda Rapêşiya Mêşvanî ya Organîk" saz kirin. Di navendê de der barê mêşvaniyê, mêşên organîk, hilberîna hingiv û nebatên organîk de li navçe û bajêr perwerdeyeke baş tê dayîn.
Quntara çiyayê Artosê ji hêla nebatan ve gelekî dewlemend e. Di navenda ku li wir hatiye sazkirin de ji bo 14ê Sibatê Roja Xoşewîstan mêş dê 20 kiwarên di şiklê dil de hingivê çêbikin. Bi firotina vî hingivî him hingivê organîk yê Gewaşê bê nasandin, him jî bi vî pereyî ve pirsgirekên Yekîtiya Berhênerên Hingivê dê bê çareserkirin.
Serokê Yekîtiya Berhênerên Hingivê Firat Çemberlîtaş daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Me li gor standardên Tirkiyê hingiv hilberand û sertifîka stend. Îsal jî em dê li gor standardên YEyê sertîfikayê bigrin. Ji bo ku em balkê bikşînin li ser karê xwe me kiwarên wek şiklê dil û gilover amade kirin. Mêşen me jî heta 14ê Sibatê Roja Xoşewîstan dê sedî sed van kiwaran bi hingivê organîk ve tije bikin. Şimaya ku em di kiwaran de bi kar tînin jî mêşên me çêdikin. Ji ber ku niha kiwarên me 20 heb in, lê heke daxwaz zêde bibin em dê saleke din hejmarê bikin 500."