21 Sibat 2021•Rojanekirin: 22 Sibat 2021
Li Sîccoya gundê navçeya Ezazê ya li bakurê Sûriyeyê bi wesayîta bombebarkirî êrîşa terorê hat kirin û li gor tesbîtên ewil 5 sivîl birîndar bûn.
Li gundê Sîccoya li sînotê Tirkiyeyê ya navçeya Ezazê wesayîta bombebarkirî hat teqandin.
Di êrîşê da li gor tesbîtên ewil 5 sivîl birîndar bûn.
Ekîbên îtfaiyeyê midaxaleyî şewata piştî teqînê derket kirin, di êrîşê da dikan û malên hawirdor jî xisar dîtin.
Hêzên ewlehiyê li hawirdor tevdîrên ewlehiyê hildan, birîndar sewqî nexweşxaneyê kirin.
Hêzên ewlehiyê li ser wê îhtimalê disekinin ku êrîş bi destê YPG/PKKya rêxistina terorê hatiye kirin.
Li dora gundê Sîccoya ku li sînorê Tirkiyeyê cî digire kampên ku lê sivîlên ji rejima Esed û rêxistinên terorê reviyane dimînin hene.