Ecem Şahinli Ögüç
01 Nîsan 2025•Rojanekirin: 03 Nîsan 2025
Di erdhejên ku li Myanmarê bi mezinahiya 7,7 û 6,4an çêbûn da jimara miriyan 2 hezar û 700î derbas bû.
Serokê rêveberiya eskerî ya Myanmarê General Min Aung Hlaing der barê erdhejên ku di 28ê Adarê li welêt qewimîn da daxuyanî da.
Min Aung Hlaing diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê da mirin ji 2 hezar û 719an derbas bû, hejmara birîndaran jî ji 3 hezarî derbas kir.
Li Myanmarê ji bo hefteyekê şîn hat îlankirin.
Li nêzî herêma Sagaîngê ya navenda Myanmarê du erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 6,4an pêk hatibûn.
Ji ber erdhejê li welêt gelek xanî hilweşiyan û wêraniyeke mezin çêbû, fikar ew e ku hejmara miriyan zêde bibe.