Emre Aytekin
01 Nîsan 2025•Rojanekirin: 02 Nîsan 2025
Çînê ragihand, Tayvana ku serweriya wê bi îxtilaf e dorpêç kiriye û li herêmê tetbîqata eskerî daye destpêkirin.
Berdevkê Fermandarê Eniya Rojhilat Albay Şi Yi yê girêdayî Artêşa Rizgariyê ya Gel ya Çînê diyar kir ku hêzên roket, beja, derya û hewayê yên girêdayî fermandariyê beşdarî tetbîqatê bûn.
Berdevk Şi diyar kir ku bi vê tetbîqata ku derdora Tayvanê dike armanc wiha got,"Armanc bidestxistina serweriya herêmê, li dijî hedefên hewa, beja û behrê va lidarxistina êrîşan, blokajkirina herêmên kilît ên rêyên behrê ye."
Şi parast ku ev ji bo parastina serwerî û yekîtiya Çînê guncav e.
Artêşa Çînê sala par di meha kewçêrê da dîsa li dijî Tayvanê tetbîqateke eskerî li dar xistibû.