10 Sibat 2016•Rojanekirin: 10 Sibat 2016
PEKÎN
Li Tayvanê piştî ku li Taînana li başûrê welêt roja şemiyê erdehejeke ku lerza wê 6,4 e çêbû, 3 rayedarên ku ji çêkirina avahiyên ku hilşiyan berpirsiyar in, hatin binçavkirin.
Li gor nûçeya Focus Taiwanê serokê berê yê şirketa înşeatê ya Weiguanê Lî Mîng-hûî, ji rayedarên berê yê şirketê Chang Kûî-an û Cheng Chîn-kûî ji ber îhmalkariyê tên sûcdarkirin.
Pispor destnîşan dikin ku şirketê di çêkirina avahiyan da melzemeyên ne baş emilandiye û serokê Tayvanê Ma Yîng-jeou jî do diyar kir ku welatî ji ber îhmalê mirine.
Wek mayîn di erdeja ku li Taînanê çêbû da hejmara miriyan derket 43yan û 103 kes jî hê wenda ne.
Di erdhejê da 10 avahî hilşiyabûn û 5 avahiyan jî xisar dîtibû. Li herêmê ji bo xilaskirina kesên wenda xebat dewam dikin.