Nihat Kavşut
18 Îlon 2015•Rojanekirin: 18 Îlon 2015
Hat ragihand di erdheja ku li nêzî Santîagoya paytextê Şiliyê çêbû da hejmara miriyan derket 11an.
Li gor nûçeyên medyaya herêmî Dîrektorê Ofîsa Rewşa Acil a Neteweyî ya Şiliyê Rîcardo Toro destnîşan kir ku di erdhejê da 11 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn û wiha got: "Ji ber erdhejê 610 kes bê xanî man, di 175 xaniyî de xisareke mezin çêbû û 288 xanî jî kêm xisar dîtin. 428 kesên ku bê xanî man di bereqayan da hatin bicîkirin."
Erdhej 228 kîlomêtro li rojhilatê bakurê Santîagoyê û 5 kîlomêtro jî di bin erdê da çêbûbû û mezinahiya erdhejê 8,3 bû. Ji ber talûkeya tsunamiyê qederê milyonek kesî ji herêmên xwe hatin tehliyekirin.
Li Şiliyê herî dawîn di sala 2010an da erdhejeke ku lerza wê 8,8 e çêbûbû û ji ber erdhejê ji 500î zêdetir kes miribûn. Li Şiliyê di erdheje sala 1960an da jî ku lerza wê 9,5 bû ji 5 hezarî zêdetir kes miribûn.