QUDS/XEZE
Hat ragihandin ku Îsraîlê îro ji saet 10.00an pê ve 7 saetan biryara "agirbesta mirovî" da.
Rojnameya Yedîoth Ahronoth di nûçeya xwe de behsa daxuyaniyên Koordînatorê Hikûmeta Îsraîlê Yoav Mordechaî kir û got ku Îsraîlê îro ji saet 10.00an pê ve 7 saetan biryara "agirbesta mirovî" da.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ev agirbest dê ne ji bo başûrê Xezeyê û bajarê Refahê be.
Berdevkê Fermî yê Hamasê Samî Ebu Zuhrî jî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Biryara agirbestê ya ku Îsraîlê hilda yek alî ye. Ew dixwaze ku ji bo qetlîaman bala mirovan bikşîne tiştên din. Baweriya me ji Îsraîlê tune."
Ebu Zuhrî hişyarî da filîstiniyan û got ku bila baldar bin û baweriya xwe bi Îsraîlê neynîn.
Sekreterê Giştî yê BMye Ban Kî-mun û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry şeva 31ê tîrmehê daxuyaniyeke hevpar dabûn. Di daxuyaniya xwe de gotibûn ku Îsraîl û Hamasê biryara agirbesta mirovî ya 3 rojan dane.
Hamasê jî agirbesta mirovî ya ku di 1ê tebaxê saet 08.00an de dest pê kiribû qebûl kiribû. Lê artêşa Îsraîlê piştî vê biryarê 2 saet şûn de ev biryar bin pê kiribû û êrîşê rojhilata bajarê Refahê kiribû. Di êrîşê de hin kes mirîbûn û hin kes jî birîndar bibûn.