İbrahim Atmaca
19 Gulan 2020•Rojanekirin: 19 Gulan 2020
Li Miyagiya eyaleta Japonyayê bi lerza 5,3yan erd hejiya.
Li gor daxuyaniya ku ji Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê hat dayîn, navenda erdhejê girava Honşuyê ya eyaleta Miyagiyê ye, kûrahiya erdhejê ji 10 kîlomêtreyî kêmtir e.
Erdhej li gor saeta herêmî di 13.13an da çêbû û li eyaletên derdorê jî hat hîskirin.
Ajansê hişyariya tsunamiyê neda.