Hamdi Yıldız,Khalid Mejdoub
10 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2025
Li bajarê Fesê ku dikeve bakurê Mexribê du avahî tep bûn û 22 kes tê da mirin, 16 kes birîndar bûn.
Têlevîzyona dewletê ya Mexribê "Kanal 2"yê daxuyand ku li herêma Zuwaxeyê, taxa Musteqbelê ya li ser bajêr du avahiyên ku bi hev va bûn û 8 malbat tê da dijiyan, şeva sêşemê hilweşiyan.
Hat gotin ku di bûyerê da 22 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniyê rayedarên herêmî, hêzên asayîşê û ekîbên parastina sivîlan xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomînin, ji bo ewlehiyê derdora avahiyên tepbûyî hatin valakirin, şêniyên xaniyên cînar hatin texliyekirin.
Der barê sedema hilweşîna avahiyan da hê tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.