Ammar El Khalfi,Halime Afra Aksoy
11 Îlon 2023•Rojanekirin: 12 Îlon 2023
Di Erdheja Mexribê de hejmara miriyan bû 2 hezar û 862 û ya birîndaran jî bû 2 hezar û 562.
Wezareta Navxweyî ya Mexribê derbarê erdheja ku di 8ê îlonê de bi şev çêbû zanyarî belav kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di erdheja ku navenda wê herêma Xuzê ya Marakêşê bû de hejmara miriyan bû 2 hezar û 862 û ya birîndaran jî bû 2 hezar û 562.
Li Mexribê di 8ê îlonê de navend herêma Xuzê ya girêdayî bajarê Marakeşê bi mezinahiya 7an erdhej çêbûbû.
Hatibû diyarkirin ku erdhejê di serî da li paytext Rebat, tesîr li bajarên Kazablanka, Meknes, Exadîr û Fasê jî kiribû.