Khalid Mejdoub,Hamdi Yıldız
10 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2025
Li bajarê Fesê ku dikeve bakurê Mexribê 2 avahî tep bûn û 19 kes tê da mirin, 16 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Fesê, li taxa Musteqbelê ya li ser bajêr 2 avahiyên ku bi hev va bûn û 8 malbat tê da dijiyan, şeva sêşemê hilweşiyan.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di bûyerê da 19 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniyê rayedarên herêmî, hêzên asayîşê û ekîbên parastina sivîlan xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomînin, ji bo ewlehiyê derdora avahiyên tepbûyî hatin valakirin, şêniyên xaniyên cînar hatin texliyekirin.
Der barê sedema hilweşîna avahiyan da hê tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.