Mehmet Akif Turan
14 Îlon 2023•Rojanekirin: 14 Îlon 2023
Li Marekeşa bajarê Mexribê bi mezinahiya 4,8ê erdhej çêbû.
Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Jeolojiyê ya Mexribê erdheja ku bi dema herêmî saet 06.53yan çêbû, navenda wê ya sereke Îxila li herêma Xuzê ye.
Hat destnîşankirin ku li Marakeşê jî hest bi erdhejê kirine.
Li Mexribê di erdheja bi mezinahiya 7ê ya ku 8ê îlonê çêbû de, heta nuha 2 hezar û 946 kesan canê xwe ji dest daye, 5 hezar û 674 kes birîndar bûne.